Bilbile dilşad
Hozan Metin
The easy, fast & fun way to learn how to sing: 30DaySinger.com
Ey bilbilê dilşadî hela, wer bike fîxan Derdê me girane ey bira, birîna me kûr e Gorî te bitin cerg û dil û mêlak û hem can Dengê te ye xweştir ji ney û nay û bilûrê Sê hawe te deng, yek ji sira bayê siba ye Hawê dijî dengê xuşîna dehl û reza ye Hawê sisîya ji bêhna şemamok û gula ye Lewra ku li dinê tu bi nav û tu meşûre Karwanê me va bi rê ketî lê şevreş û tarî Serma ye terez kulyên di berfê her dibarî Bahoz e çelapek têne me, ji her çar kenarî Warê me welate ey heval, rêça me dûre Çar hawîr me diz û keleşin têk dane dijmin Me ji hevra diqetînin bir bi bir, heyf û mixa bin Qet çarew umîda me nema ye bilbilê min Meydane ji bo hirç û çeqel, gur zûre zûre Meydane ji bo hirç û çeqel rovî û keftar Gorî teme bilbil ji serê darê tu wer xwar Da pêkve mijûlbim bi xwe çend rojên di dijwar Îro li me fermane li ser gerdenê şûre Destê tewqeyê îro ku em herdu bidin hev Çend sal û zemanên di xerab jîn em di gel hev Dinya bi xwe dewrane bizan geh roje geh şev Geh tarî û dûmane geh wek rewşenu nûre Dîna xwe bide nik bayê barîn ey birader Sitêra sibê îro ji şerqê li me da der Rewşen kirî Kurdistan, bi carek wê seraser Nîşana sibê ye, fereca xêrê ne dûre Piştî wê sitêrê bi xwe berbanga sibê ye Wê roj hilê rohnî têkeve şûna şevê ye Karwanê me wê bighêje war û meqsedê ye Çerxa felekê herdem bi fetl û ger û dewre Çerxa felekê herdem bi fetl û ger û dewran Hêvî û hawara me di Yezdanê dilovan Qet çar û umîda me li ser darê li berzan Wek Tîrêj dibêje jîn divê kotek û zore
The easy, fast & fun way to learn how to sing: 30DaySinger.com
Citation
Use the citation below to add these lyrics to your bibliography:
Style:MLAChicagoAPA
"Bilbile dilşad Lyrics." Lyrics.com. STANDS4 LLC, 2024. Web. 4 Jun 2024. <https://www.lyrics.com/lyric-lf/8180797/Hozan+Metin/Bilbile+dil%C5%9Fad>.
Discuss the Bilbile dilşad Lyrics with the community:
Report Comment
We're doing our best to make sure our content is useful, accurate and safe.
If by any chance you spot an inappropriate comment while navigating through our website please use this form to let us know, and we'll take care of it shortly.
Attachment
You need to be logged in to favorite.
Log In