Song parody of
Bê Dîn im Îman Berdayî - Arjen Arî (Helbest Kurdî)
by Azad Penaber
Here's where you get creative! Use our cool song parody creator to make a totally new musical idea and lyrics for the Bê Dîn im Îman Berdayî - Arjen Arî (Helbest Kurdî) song by Azad Penaber.
Simply click on any word to get rhyming words suggestion to use instead of the original ones. You may also remove or alter entire lines if needed — when you're done save your work and share it with our community — have fun!
Hisret û meyl û tenayî
Ne şiyar im, ne razayî
Li ber çavan tu xuyayî
Xewa heyî evînê bir
Hisret ji meylê bû pir
Xwe berda dil b`dujminayî
Xwe berda... kûr xwe berda
Ji lêvan xwe berjêr berda
Kasa meyger de tenayî
Meyger ev kas ya çenda ye?
Bi navê bedo te mey meye
Tahm-hisret reng-sûriyayî?
Meyger meyek din werîne
Hizr û meylê jê derîne,
Da bide min tahmek xudayî
Wê şevê, derengî şevê
Berdam meyger, berdam xewê
Kase bûn lêvê bedewê
Bedew hizr e bedew meyl e
Qeyse wê me, j`min re leyl e
Evîndar û dil memdayî
Şewt ne bes, kizîn ne bes e?
Ev şev û mey û ev kas e
Bêdîn im, îman berdayî!
Hisret û meyl û tenayî
Ne şiyar im, ne razayî
Li ber çavan tu xuyayî
Xewa heyî evînê bir
Hisret ji meylê bû pir
Xwe berda dil b`dujminayî
Xwe berda... kûr xwe berda
Ji lêvan xwe berjêr berda
Kasa meyger de tenayî
Meyger ev kas ya çenda ye?
Bi navê bedo te mey meye
Tahm-hisret reng-sûriyayî?
Meyger meyek din werîne
Hizr û meylê jê derîne,
Da bide min tahmek xudayî
Wê şevê, derengî şevê
Berdam meyger, berdam xewê
Kase bûn lêvê bedewê
Bedew hizr e bedew meyl e
Qeyse wê me, j`min re leyl e
Evîndar û dil memdayî
Şewt ne bes, kizîn ne bes e?
Ev şev û mey û ev kas e
Bêdîn im, îman berdayî!